TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDKê lîsteya şert û daxwazên bo Bexdayê amade kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 nîsan 2026 12:51

PeyamaKurd - Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) lîsteya şert, daxwaz û nîgeraniyên xwe yên derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de amade kir.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê çavkaniyeke bilind ji PDKê ragihandiye ku vegera wan a bo paytextê bi çareserkirina alozî û binpêkirinên destûrî ve girêdayî ye.

Hat destnîşankirin ku PDK ji pêvajoyê venekişiyaye, lê ji ber nerazîbûna li ser krîzên qanûnî niha li Herêma Kurdistanê ne û heta ku ew nîgeranî ji holê ranebin, serkirdayetiya partiyê biryara vegera parlamentoyê nade.

Ev helwest jî wekî fişarekê tê dîtin daku Bexda li ser bingeha destûrî mafên Herêma Kurdistanê biparêze.

Şanda parlamentoyê ji bo bidawîkirina boykotê li Hewlêrê ye

Li aliyê din ji bo çareserkirina vê krîzê, biryar e îro Yekşemê 26ê Nîsana 2026ê şandeke bilind a serokên fraksiyonên Parlamentoya Iraqê li Hewlêrê serdana fraksiyona PDKê bike.

Ev serdan piştî biryara serokatiya parlamentoyê ya roja 22ê Nîsanê pêk tê, ku daxwaza avakirina komîteyeke hevpar kiribû daku ligel PDKê li ser astengiyan biaxivin.

Armanca sereke ya vê dîplomasiyê ew e ku rê li ber bidawîhatina boykota PDKê veke û parlamenterên kurd cardin vegerin hola civînan. Fraksiyona PDKê berê hişyarî dabû ku boykota wan wekî nerazîbûnekê li dijî binpêkirinan heta demeke nediyar berdewam dike.

 

Parve bike: