TR KU SO
FB X
Kurdistan

Perwîn Buldan: Olê dikin amûrê siyasetê

Admin H
Nivîskar
📅 12 adar 2019 22:47

PeyamaKurd - Hevseroka HDP’ê Pervîna Bûldan, di hevdîtina gel a li Xinûsê hat lidarxistin de axivî. Bûldan diyar kir ku qeyûman şaredariyan xistine bin deynan û got ku gel bilêta qeyûman biriye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erziromê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, hevdîtina gel li dar xist. Hevdîtin li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat lidarxistin..

Bûldan anî ziman ku wan li Şirnex, Colemêrg û Wanê ji gel re gotine ku bilêta qeyûman birinê û wiha got: “Li Erziromê, Xinûs, Tekman, Qereçoban û Qereyaziyê jî gel bilêta qeyûman biriye. Qeyûmê Xinûsê jî mîna qeyûmên din, şaredarî xistiye çirava deynan. Dema qeyûm hat, di kaseya şaredariyê de deyn tune bû. Di rapora sayiştayê de me dît ku qeyûm şaredarî di bin deynan de hiştiye. Ev li dijî vîna gel bêrêzî û dizîtiye. Kes nizane çi ji wan pereyan kirin. Lê gelê Xînûsê vê baş dizane.”

Olê dikin amûrê siyasetê

Di axaftina xwe de Bûldan bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo 8’ê Adarê bi kar aniye û wiha domand: “Çalakî û îsyana jinan a di 8’ê Adarê de li Stenbolê pêk hat berevajî dikin. Ew îsyan li dijî barîna û copên polîsan bûn. Li vî welatî kes heqaretê li banga Xwedê nake. Lê îro ol û banga Xwedî kirine amûrê siyasetê. Li Colemêrgê nimêjên sîvîlan bi ferman Tayyîp hatin qedexekirin. Xûtbeyên kurdî bi ferma Taqyîp hatin qedexekirin. Îro gelê kurd nikare bi zimanê xwe îbadetên xwe bike. Ji ber ku Tayyîp û AKP îbadeta bi zimanê kurdî qedexe kirine. Ferasek wisa, ji ber ku ol kiriye amûrê siyasetê, bûyerên cuda jî berevajî dike.”

Piştre Bûldan û kesên perê ji bo hevdîtina gel derbasî Tekmanê bûn. 

Parve bike: