Pêsmerge 3 biyaniyan ji PKK ê rizgar kir û wan teslîmê konsulxaneyên wan kir
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Basnewsê; konseya ewlehiya Kurdistanê ragihandiye ku 3 kesên biyanî yên ji aliyê PKK ê de hatibûn desteserkirin, ji aliyê Pêşmerge de hatin rizgarkirin û wan teslîmê konsulxaneyên wan yên li Hewlêrê kirin. Konsey hem di derbarê wan de vîdeoyekî belav kiriye.
Di nav 3 kesên biyanî de 2 ji wan hemwelatiyên Amerîka û yek ji wan hemwelatiyê Îngîltere ye. Navên hemwelatiyên Amerîkayê Vincent Mark Alexander û Jean Devol in û yê Îngîltere Emre Edwards e.
Li gor videoya hatiye belavkirin; her 3 biyanî ji bo li hemberê IŞİD ê şer bikin, li Şengalê bi YBŞ ê re têkilî danîne lê paşî fêm kirine ku YBŞ, PKK e ye û YBŞ li hemberê Pêşmerge, artêşa Iraqê û Tirkiyê şer dike. Gotine her 3 welat ê ku wê li hemberê wan şer bikirina tev hevkarên welatên wan in û xwestine ji PKK ê veqetin lê PKK ê wan desteser kiriye.
Her 3 biyanî xwestine ku bi Pêşmerge re têkiliyan deynin û di encamê de biserketine û ji aliyê Pêşmerge de hatine rizgarkirin. Her 3 biyaniyên rizgarkirî ji aliyê baregeha karên derve ya hukumeta Herêma Kurdistanê de teslîmê konsulxaneyên wan hatine kirin.