Pêsmergeyê soresên Îlon û Gulanê û helgirê madalya Barzaniyê Nemir koça dawî kir
PeyamaKurd – Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê û helgirê madalya Barzaniyê Nemir Mistefa Husên Mihemed Bapîr Amêdî îro koça dawî kir.
Li gor Berpirsê baskê 18an ê PDKê li Amêdiyê Berevan Hemdî di facebooka xwe de da zanîn: “Îro ber bi sibehê ve Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û helgirê madalya Barzaniyê Nemir Mistefa Husên Mihemed Bapîr Amêdî koça dawî kir.”
Mistefa Husên Mihemed Bapîr Amêdî sala 1939ê li bajarê Amêdiyê li malbatekî şoreşger û Kurdperwer li dayîk bû. Xwendina seretayî li Amêdiyê temam kir û derçûyê dewreya teknîkî ya bêtêl bû li sala 1957ê de ku heman salê bi navê bêtel û laslikî li Bexdayê damezra.
Li gel yekem pêketina agirê şoreşa Îlonê bi amûrê bêtêl û pêdawîstiyên wê amûrê ve pêwendî li gel şoreşa Îlonê pêkanî û li binkeyê Dêre Ensatî ew bêtêl xist ser xeta rejîmê bo ku sûd ji zanyariyên dijmin werbigre.
Li gel hatina Barzaniyê Nemir li ser devera Behdînan li gel bav û bira û cemaetekî zêde ya Pêşmergeyên xelkê devera Amêdî ve bûn hevalê Barzaniyê Nemir û di destana navbang a Zawîte de beşdarî kir û piştre diçe devera Berwarî û dubare li gundê Bîgdawda amûra bêtêl xiste kar û rojane bi rêya wê bêtêlê ve hemû ferman û axaftin û agahiyên rejîmê guhdar dikir û pêşkeşî cenabê Barzaniyê Nemir dikir û wê demê Barzaniyê Nemir spasiya wî dike û jê re dibêje: “Amûra bêtêl piştevanekî mezin ê şoreşê ye.”
Sala 1975ê amûrê bêtêl li binkeyê Barzaniyê Nemir vemirand û koçberî Îranê bû.
Şoreşa Gulanê de jî bi amadebûna Serok Barzanî ve yekem amûrê bêtêl ê şoreşê xiste kar û ji ber ku yekem cara amûra bêtêl a şoreşa Îlonê wî bikaranî û di sala 1981ê de li ser fermana Serok Barzanî û bi biryara polîtburoyê dibe rêveberê giştî yê îstixbarata şoreşê û bi nasnava mudîr tê nas kirin.
Sala 1996ê de Serok Barzanî madalyaya Barzaniyê Nemir didê.
Îro 03.04.2023yê ji ber nexwaşiyê li nexwaşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê koça dawî kir.