"Pêwiste Bexda rêz li daxwaz û mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê bigire"
PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku Herêma Kurdistanê dê li ser binemaya bername û berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re bike, ne li ser bingeha kesayetiyan re.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyoza Awustraliya Joanne Loundes û şanda pê re kir û ragihand, ku Herêma Kurdistanê dê li ser binemaya bername û berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re bike, ne li ser bingeha kesayetiyan re.
Ligor daxuyaniyê,Mesrûr Barzanî û şanda Avustraliya pêwendiyên Hewlêr û Awustraliya, hilbijartinên parlamentoya Iraqê, geşêdanên li Herêma Kurdistan, gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî bi helkeftina erka nû ya Loundes ew pîroz kir û herwiha ji ber alîkariya welatê wê di çarçoveya şerê DAIŞê de daye Hêzên Pêşmerge spasiya xwe pêşkêş kir.
Derbarê proseya siyasî û mekanîzm û astengiyên hilbijartinên Iraqê de, Mesrûr Barzan tekezî li ser vegera proseya siyasî ya Iraqê li ser riya dirust kir û ragihand, pêwîst e ji aliyê Bexdayê rêz li daxwaz û mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê bê girtin û tekezî li ser cibicîkirina destûrê û hevbeşiya rasteqîne di biryar û birêvebirina welêt kir.