Kurdistan
Piştî 7 salan cara yekêye ku ava Bendava Kebanê tehliye dikin
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Kebanê di Bendava Kebanê de, bi sedema barîna berf û barana zêde asta avê gelek bilind bû û mecbûr man ku qelpaxê bendavê vekin û ava zêde berdin. Heya niha di bendavê de 6 qelpaxên tehliyê vekirîne.
Bendava Kebanê di salên 1970an de dest bi avakirina wê kiribûn di sala 1974an de di Payîzê de avakirina wê qedandibûn. Bendav hilberîna elektrîkê dike û hem ji bo avdaniya arazî jî gelek girînge.
Di nav ava bendavê de gelek kes karê masîgeriyê dikin û ji aboriya deverê jî gelek baş e.