TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pistî bertekan projeya dîwarê ku Diyarbekirê dike du bes hat rawestandin

Admin H
Nivîskar
📅 02 îlon 2020 22:39

PeyamaKurd – Wezareta Gihandinê ya Tirkiyê, lêkirina dîwarê 12 kîlometran a li ser xeta rêhesina trênê piştî bertek û nerazîbûna gel û komelên civakî da sekinandin.

Projeya saziya çêkirina rêyan a Wezareta Gihandinê ya Tirkiyê, çend roj berê hatibû destpêkirin û dîwarekî ku bajarê Diyarbekirê dike du beş bi dirêjiya 12 kîlometran û dîwarê du metreyan bilind dihat lêkirin.

Wezaretê Gihandinê yê Tirkiyê Adil Karaîsmaîloglu, qebûl kir ku piştî bertekan wan proje daye rawestandin û got, ew dê rojên pêş derbarê wê projeyê de gavekê bavêjin.

Parve bike: