TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pizîskê Kurd, dermanê pençesêrê dît!

Ruken güler
Nivîskar
📅 03 nîsan 2023 03:30

PeyamaKurd- Mamosteyê Fakulteya Tipê ya Duhokê Dr. Hejmet Elî ku ji bo xwendina doktorayê li Macarîstanê ye, hat diyarkirin ku di encama testa dermanê li dijî êşa penceşêrê malzarokê kifş kiriye û encamên serkeftî derketine holê.

Dr. Hejmet Elî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev nûçe ragihand: 

"Ev derman, cara pêşîn e ku tê çêkirin. Tîpa 13 alfa estron (13a-Estrone) û dikare ji %95ê şaneyên penceşêrê tune bike."

Pizîşkê Kurd bal kişand ser vê yekê ku ew bi karê ku di dawiya postê de kiriye kêfxweş bûye û got, "Encamên vê lêkolînê di kovareke pizîşkî de jî hatin weşandin û ez hêvî dikim ku min karibûye xizmeta mirovahiyê bikim."

Parve bike: