TR KU SO
FB X
Kurdistan

PKK: Armanca dewleta tirk dagirkirina Kerkûkê ye

📅 06 hezîran 2019 13:33

PeyamaKurd – Birêvebirê PKKê Mûrat Karayilan têkildarî êrîşên li dijî Xakûrkê û grevên birçîbûnê axivî. Karayilan got ku armanca dewleta tirk ne operasyon, dagirkerî ye û wiha dewam kir: “Yek ji armancên wan ew e ku Kerkûkê ji Başûr qut bikin. Dê bedela hewldana dagirkeriyê ji bo dewleta tirk giran be.”

‘YA LI XAKÛRKÊ NE OPERASYON, DAGIRKERÎ YE’

Birêvebirê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ji ajanseke nêzîkî PKKê axiviye û diyar kiriye ku dewleta tirk planên xwe yên ji bo başûrê Kurdistanê hebûn û wiha dewam kir:

“Nekarîn ji bo dagirkirina Rojava destûrê bigirin. Vê carê jî ji bo pêkanîna polîtîkayên xwe yên dagirkirina Başûr, êrîşî Xakûrkê kir. Ya ku dewleta tirk li Xakûrkê dike operasyon nîne, dagirkerî ye. Ev dagirkerî jî demkî nîne, dagirkeriyeke mayînde ye. Rastî ev e û divê her kes vê rastiyê bibîne.”

‘ARMANCA DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA KERKÛKÊ YE’

Di berdewamê de jî Karayilan amaje kir ku rêxistinên başur û desthilat û dewleta Iraqê li hemberî van êrîşan bêdeng in û ev nirxandin kir:

“Dibe ku hin hêzan nerazîbûn nîşan da bin. Lê belê bi giştî nêzîkatiyeke ji rêzê heye û bêdeng in. Ev yek rewşeke gelekî cidî ye. Divê em bi vê baş zanibin; dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê xwedî hesabên gelekî cidî ye. Qebûlkirina dagirkeriya dewleta tirk tê wateya jidestdana Kerkûkê.”

Karayilan di beşeke din a hevpeyvîna xwe de diyar kir ku armanca dewleta tirk bicihbûna li başûrê Kurdistanê ye û wiha derbirî:

“Dewleta tirk dixwaze li wir xwe xurt bike, destê xwe xurt bike û piştre jî Kerkûkê ji Başûr qut bike. Yek ji armancên xwe ev e. Her ku dewleta tirk li Başûr bi cih dibe dê destê xwe jî di vê mijarê de xurt bike. Bêguman dewleta tirk li dijî berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd e û dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd ji holê rake.”

‘VAN PEYAMAN NÎŞAN DAYE KU JI BO ÇARESERIYA KÊŞEYÊN OCALAN HÊZA ÇARESERÎ Û MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE’

Rêvebirê PKKê Karayilan derbarê girêvên birçîbûnê û peyama Ocalan de jî wiha axivîye:

“Piştî çar salan daxuyaniyên Rêbertiya me di raya giştî de hatin parvekirin, ev ji bo me gelekî girîng e. Ev peyam ji bo me, ji bo Tirkiye û gelên herêmê gelekî girîng e. Formulasyona çareseriyê ya Rêbertiya me ya ku ji 7 xalan pêk tê, tê de çarçoveya çareserkirina hemû kêşeyan heye. Em ê hewl bidin Rêbertiya xwe fêm bikin, tevkariyê li hewldanên wî bikin û destê wî xurt bikin. Van peyaman nîşan daye ku ji bo çareseriya kêşeyên Kurdistan, Tirkiye û herêmê Rêber Apo hêza çareserî û mifteya çareseriyê ye. Niha jî dora şikandina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo ye.”

Parve bike: