TR KU SO
FB X
Kurdistan

“PKK Tirkiyê dikisîne nav axa Kurdistanê!”

📅 04 îlon 2018 23:39

PeyamaKurd - Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî ragihand, ku PKK dixwaze bihaneyan bide destê Tirkiyê da ku hêzên xwe li devera Barzan ya Herêma Kurdistanê bicîh bike piştre jî bêje PDKê hêzên Tirkiyê li wir bicîh kiriye!

Ev demek e PKK wêne û dîmenên êriş û çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirkiyê belav dike. Hinek caran jî îdia dike ku li devera Barzan yan hinek deverên din yên Başûrê Kurdistanê êrişî hêzên Tirkiyê kiriye!

Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî li ser vê yekê ragihand, ku ji sala 1991 ve heta niha beşek ji deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê mîna deverên Biradost, Rêkan, Nêrwer, Berwarê û gelek cihên din, ji ber hebûna hêzên PKKê kavil û wêran mane û xelkê nikare wan deran avedan bike. Ev jî nîşan dide ku hebûna PKKê li wan deran, tu xêr û sûda wê bo gelê Kurdistanê nîne.

Elî Ewnî her wiha got, belavkirina wêne û dîmenên êriş û çalakiyan ji aliyê PKKê ve nîşan dide ku PKK dixwaze hêzên Tirkiyê bikişîne herêma Barzan paşê jî bêjin hikûmeta Kurdistanê û PDKê ew li wir bicîh kirine! Ew hêzên Tirkiyê yên li Amêdî û Bamernê jî, ji ber hebûna PKKê li wir in. Ji ber wê jî eger PKK bi rastî bo Kurdan xebat dike bila li Bakûrê Kurdistanê xebat bike.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku ew naxwazin PKK li nav xaka Başûr şerê Tirkiyê bike û got, eger ew komploya PKKê bi ser bikeve û Tirkiye hêzên xwe li Barzan bicîh bike wê çaxê Îranî, Heşda Şebî û heval û hevalbendên wan dê êrişî PDKê û hikûmeta Kurdistanê bikin û wan bi vê tometbar bikin ku bi qestî hêzên Tirkiyê li wir bicîh kirine. Ew dixwazin me bikşînin nav tiştên din. Ji ber wê jî bila PKK li vir şerê Tirkiyê neke, em jî naxwazin şerê Tirkiye, Îran û yên din bikin.

Parve bike: