Plana vegera koçberên Efrînê wê berdewam bike
PeyamaKurd - Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro ragihand ku plana vegera koçberên Efrînê nehatiye betalkirin û amadekarî ji bo karwanên nû berdewam dikin.
Heftaro destnîşan kir ku tevî êrîşên berfireh ên roja Newrozê ku bi hinceta daxistina ala Sûriyeyê û bilindkirina ala Kurdistanê li dijî sivîlan hatibûn kirin, ti koçberekî biryara xwe ya vegerê neguherandiye.
Herwiha Heftaro diyar kir ku her çendî heta niha demeke diyarkirî ji bo karwana duyem nehatibe destnîşankirin jî, hewildanên wan ên ji bo vegerandina xelkê herêmê li ser daxwaza wan berdewam in.
Hevserokê Kombendê bal kişand ser hinek astengiyên teknîkî û civakî yên li pêşiya vê pêvajoyê û da zanîn ku pirsgirêka sereke valakirina malên koçberan e ku niha ji aliyê kesên din ve hatine dagirkirin.
Herwiha hate bibîrxistin ku hinek malbatên dixwazin vegerin ne xwedî xanî ne û divê ji bo dabînkirina stargehan çareseriyên bingehîn werin dîtin.