TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Posta Wezareta Sehîd û Enfalkiriyan piska Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ye’

Admin H
Nivîskar
📅 17 hezîran 2019 19:31

PeyamaKurd - Serokwezîrê rasparstiyê pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina ligel Sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand ku di kabîneya nû de posta Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan pişka Partiya Sosyalist a Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî piştî civîna bi Partiya Sosyalist a Kurdistanê re daxuyanî dan.

Barzanî got, ‘Em hêvîdar in berî dema diyarkirî kabîneya nû pêk bînin. Heger pirsgirêk jî çêbûn, bi Parlemantoyê re em ê biaxivin ji bo civîneke awarte encam bidin, lê hêvîdar in berî 30yê Hezîranê bikarin kabîneya nû pêk bînin.”

'MIJARA POSTA PARÊZGARÊ KERKÛKÊ Û PÊKANÎNA HIKÛMETÊ MIJARÊN CUDA NE'

Mesrûr Barzanî li ser mijara posta parêzgarê Kerkûkê jî diyar kir, “Me ji YNKê nebihîst ku posta Parêzgarê Kerkûkê bi pêkanîna hikûmetê ve girêdayî ye. Erkê me pêkanîna hikûmetê ye û mijara Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan re girîng e. Ev mijar ne taybet e bi partiyekê. Hêvîdar in bikarin çareseriyê ji wan pirsgirêkan re bibînin.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ragihand ku wan di civînê de guftûgo li ser pêkanîna kabîneya nû kiriye û di demeke nêzîk de C.Vyên namzedên xwe didin Serokwezîrê erkdarkirî Mesrûr Barzanî.

Parve bike: