Kurdistan
Qaymeqamê Seqizê: Li Seqizê 26 kes ji ber Covid-19ê mirine
PeyamaKurd - Qaymqamê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand, li Seqizê 26 kes ji ber nexweşiya Covid-19ê mirine.
Qaymeqamê Seqizê Kamil Kerîmiyan ragihandiye ku heta niha li Seqizê 26 kes ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tenduristiya Îranê jî ragihandiye, li Seqizê tenê 12 kes ji ber Covid-19ê mirine lê malpera Hengaw ragihandiye, bi kêmanî 40 kes li Seqizê ji ber Covid-19ê mirine.
Beriya niha bijîşkekî seqizî gotibû, li Seqizê herî kêm 6 hezar kes bi nexweşiya koronavirusê ketine.