TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qedexeya li Wanê dîsa hat dirêjkirin

📅 23 rêbendan 2020 17:31

PeyamaKurd – Walîtiya Wanê, “qedexeya çalakiyan” a ji 21’ê Mijdara 2016’an ve li bajêr dewam dike, heya15 rojên din dirêj kir. 

Walîtiya Wanê, “qedexeya çalakiyan” ên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê û vekirina konan a ji 21ê Mijdara 2016an ve li bajêr dewam dike, heya 15 rojên din dirêj kir.

Walîtiyê derbarê “qedexekirina çalakiyan” de daxuyanî da û got: “Ji 24’ê Çile heya 07ê Sibatê di nava sînorên parêzgeha Wanê de, hemû çalakiyên weke meş, civîn, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina stand, çêkirina anketan, vedana konan, lidarxistina kampanyayên îmzeyan û belavkirina belavokan hatine qedexekirin.”

Parve bike: