Qubad Talabanî spasiya Enqerê kir
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ji bo serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi daxuyaniyekê spasiya Enqerê kir û diyar kir ku di warê baştirkirina peywendiyan de li hev kirine.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu duh ji bo hevdîtinên fermî serdena paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê kiribû û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û namzedê serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmê Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rayedarên kurd re civiyabû.
پێشوازیمان كرد لە وەزیری دەرەوەی #توركیا @MevlutCavusoglu. هاوڕابوین لەسەر پەرەپێدانی پەیوەندییە دوو قۆلییەكان، كاری هاوبەش لەبوارەكانی ئابووری و خوێندن و زانكۆكان.
جەختمان لە گرنگی چارەسەری كێشەکانی #كەركوك کردەوە #KRG pic.twitter.com/soVuhyzdGW
Qubad Talabanî herwiha got di hevdîtinê de me bal kişand ser prensîbên pêkvejiyanê û girîngiya çareseriya pirsa Kerkûkê. Talabanî li avahiya Serokwezîriyê pêşwazî li Çavuşoglu û şanda pê re kir.
Talabanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got, “Di hevdîtinê de, em rêkkeftin ku peywendiyên du alî bên baştirkirin, ji bo pirsgirêka avê gavên pêwist bên avêtin û rêjeya bazirganiyê were zêde kirin.”
Talabanî herwiha got di hevdîtinê de me bal kişand ser prensîbên pêkvejiyanê û girîngiya çareseriya pirsa Kerkûkê.