TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qubad Talebanî hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo seroktiyê pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 gulan 2019 18:41

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi sedema hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozkirinê belav kir û got, “Dilniya me jêhatîbûn û lênihêrîna wî di erkê wî yê giran de serkeftî dibe ku beşek jê ji bo rêxistina navmala Kurdî dibe.”

Qubad Talebanî diyar kir: “Cihê şanaziyê bû ku me pênc salên dijwar bi hev re derbas kirin, Dilniya me jêhatîbûn û lênihêrîna wî di erkê wî yê giran de serkeftî dibe, ku beşek jê ji bo rêxistina navmala Kurdî dibe.”

Parlemantoya Kurdistanê îro Serokê Herêma Kurdistanê di rûniştineke taybet a dengdanê de hilbijart. Di civînê de ji koma dengên 81 parlemantaran Nêçîrvan Îdrîs Barzanî bi wergirtina dengê 68 parlemanteran wek Serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.

Nêçirvan Barzanî bi 68 dengan wekî Serokê Nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin

Parve bike: