Rapora Kolbernews: 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Kolbernewsê belav kir ku di şeş mehên destpêkê yên îsal de, nêzîkî 8 kolber hatine kuştin û birîndar bûne. Herwiha li Tirkiyeyê jî 2 kolberên Kurd hatine îşkencekirin.
Kolbernewsê bi raporekê bîlançoya şeş mehên destpêkê yên sala 2026an ya mirin û birîndarbûna kolberan li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê belav kir.
Di raporê de hate ragihandin ku di şeş mehên destpêkê yên îsal de, 6 kolber birîndar bûne û 2 kolberan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hate diyarkirin ku kolberên bi navê Mihemed Mutelîbî, Mutelîb Xeyberî, Nasîh Xudayî, Ako Salihî, Mihemed Nadirî li navçeya sînorê Casûsan ya li sînorê Çoman, li sînorê Sûrkêw, li navçeya sînorê Seyranbendî Bane, li sînorê Dolebî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn gulebaran kirin.
Herwiha hate eşkere kirin ku li sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî du kolberên Kurd ji aliyê hêzên Tirk ve li navçeya Şemzînan ya ser bi parêzgeha Colemêrgê hatine binçavkirin. Kolberên bi navê Resûl Bamîrî û Selah Bamîrî, li girtîgehê ji aliyê hêzên Tirk ve bi awayekî tund hatin îêşkencekirin.