TR KU SO
FB X
Kurdistan

Raport | Li Iraqê ji bo malbeteke 4 kesî sînorê birçîtiyê 1 milyon dînar e

Admin L
Nivîskar
📅 03 îlon 2022 14:30

PeyamaKurd – Navenda Lêkolînkirina Bazar û Piştevanîkirina Bikarhênerên Iraqê, encamên lêkolînên xwe yên li ser rewşa aborî û sînorê birçîtiyê ji raya giştî re parve kir.

Li gor raporta Navendê, li Iraqê ji bo malbeteke 4 kesî sînorê birçîtiyê 1 milyon dînarê Iraqê ye ku dike 680 dolar.

Di raportê de hat eşkerekirin ku pêdiviya her malbeteke 4 kesî li Iraqê bi yek milyon dînarî heye.

Herwiha di berdewamiya raportê de hat destnîşankirin, niha mûçeyê kêmane 350 hezar dînar e û parlamento biryar daye ku 450 hezar dînar li wî mûçeyî bê zêdekirin.

Parve bike: