Rayedarê Iraqê: ‘Herêma Kurdistanê her tim bi hawara mexdûran ve diçe’
PeyamaKurd - Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Xemîs Esed, derbarê hawarçûna Herêma Kurdistanê bo birîndarên hola dawetê ya qezaya Hemdaniye ya Nînowayê li Hewlêrê ji rojnamevanan re axivî.
Berdevkê Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê Xemîs da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka karesata Hemdaniyê ve heta niha alîkariya birîndaran dike û 67 birîndar rakirine nexweşxaneyên Hewlêr û Duhokê.
Xemîs Esed got, Serokwezîrê Iraqê fermana şandina birîndarên ku li hundirê Iraqê dermankirina wan nîne û bişînin derve daye û diyar kir: “Her ji destpêka karesatê ve, hevahengiyeke baş di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye.
Esed ji bo alîkariyê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê naskirî ye ku herdem bi hawara mexdûran ve diçe.”
Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyê ya parêzgeha Nînowayê di merasîma dawetekê de şewat derket û zêdetirî 100 kesan can da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Cenazeyên hemû candayan doh bi merasîmeke dilsoj bihevre bi axê hatibûn spartin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji destpêka şewatê ve tîmên agirkuj û bijîşkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê têne dermankirin.