Rêber Ehmed li Bexdayê bi Tevgera Babîliyon re civiya
PeyamaKurd – Namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Rizgariya Niştîman yê bo posta serokomariya Iraqê Rêber Ehmed, îro 24ê Adarê roja Pêncşemê li Bexdayê ligel Tevgera Babîliyon a xirîstiyan re civiya.
Tevgera Babîliyon bi daxuyaniyekê ragihand, îro li Bexdayê Serokê Tevgera Babîliyon Reyan Kildanî pêşwazî li berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê Rêber Ehmed kir û di wê rûniştinê de guftûgo derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê de hate kirin.
Hat diyarkirin, di çarçoveya wan guftûgoyan de bi bingeh kirina hikûmeta Iraqê û derketina ji krîza siyasî hat gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew civîn bi amadebûna endamên kutleya Babîliyon li Parlamentoya Iraqê ve birêve çû û behs hate kirin ku ti aliyek di pêkanîna hikûmetê de nayê piştguh kirin û divê lez bê kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê bê avakirin.
Tê çaverêkirin nûnerên pêkhateya Xirîstiyan li Parlamentoya Iraqê, beşdarî civîna roja şemiyê ya Parlamentoya Iraqê bibin û deng bidin namzedê PDKê yê serokomariya Iraqê Rêber Ehmed.