TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Îranê 6 Kurd binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 05 gulan 2026 15:50

PeyamaKurd - Pêla binçavkirina welatiyên Kurd ya ji aliyê rejîma Îranê ve didome. Hat ragihandin ku di nava hefteyek de 6 welatiyên Kurd li bajarên cûda yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û çarenûsa wan nediyare.

Malpera Kolber News di derbarê binçavkirina welatiyên Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê de agahiyan parve kir.

Hatiye gotin ku kesên hatine binçavkirin bêy fermana dadwer, bi êşkenceyê de hatine binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ji piştî despêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, hêzên rejîma Îranê girtin, binçavkirin û bidarvekirina girtiyan zêdetir dkiriye. Heta niha zêdetirî 30 girtiyên siyasî û xwepêşander bidarvekiriye û zêdetirî 4 hezar welatî jî hatine binçavkirin.

Parve bike: