TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêveberê ENKS û PDK-Sê pistî du mehan hat berdan

Admin H
Nivîskar
📅 26 hezîran 2019 19:58

PeyamaKurd - Rêveberê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Eyo, ku ji aliyê asayişa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû girtin, hat berdan.

Berpirsê karûbarên ENKSê li bajarê Qamişlo, Mihemed Eyo ku nêzîkî du meh berê ji aliyê asayişa Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin, hat berdan.

Mihemed Eyo ku endamê desteya şêwirmendiya PDK-Sê ye jî, piştî ku hat berdan medya Kurdistanê re got, di heyama girtinê de sê caran rastî lêpirsînê hatiye û destnîşan kir, “Ez tenê ji ber ku endamê PDK-Sê me, hatibûm girtin.”

Parve bike: