Kurdistan
Rêwaz Fayiq: Biryara Dadgeha Bilind a Federal ji bilî ziyana rasterast...
PeyamaKurd – Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq bi peyamekê diyar kir, “Biryara Dadgeha Bilind a Federal, zemîna têgihiştin û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de têk dide”
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq li ser twitterê da zanîn: “Biryara Dadgeha Bilind a Federal ji bilî ziyana rasterast li ser mafên mûçexwaran û xizmetguzariyên giştî dike, hevdem zemîna têgihiştin û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de têk dide û pêşeroja hevkarî û baweriya hevbeş dixe nav metirsî û gumanê.”
Dadgeha Federal a Iraqê do 25/1/2023an, di dawîn biryara xwe ya li dijî Herêma Kurdistanê de, hemû biryarên ku hikûmeta Iraqê ji bo şandina pereyan ji Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê dane, betal kirin.