Kurdistan
Rêxistina Doktorên Dinyayê bê pere xizmetê didin Efrînê
PeyamaKurd- Rêxistina doktorên dinyayê li Efrînê li herêma Cinderesê bê pere xizmetê didin xelkê Sûriyê. Xizmeta doktoran 7 mehe tê dayîn. Xelkê ku pêdiviya wan bi xizmeta tenduristiyê heye, dikarin xizmetên acil û ji tedawiya ser piya fêde bibînin. Nexweş dikarin ji xizmetên labaratûraê fêde bibînin û hem dikarin bê pere dermanên xwe bistînin.
Li gor ragihandina rêxistinê li navenda tenduristiyê ya Cinderesê bi 21 xebatkarên xwe xizmetê didin û her roj dikarin li 400 nexweşan binêrin. Berpirsê rêxistina doktorên dinyayê dibêje temamê mesrefa xizmetê ji aliyê rêxistina doktoran de tê temînkirin.