TR KU SO
FB X
Kurdistan

Robert Ford: PYD û YPG opozîsyona siyasî qebûl nakin!

Admin H
Nivîskar
📅 05 rêbendan 2022 00:35

PeyamaKurd - Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford, bal kişand ser êrîşên ser ofîsên ENKS û partiyên din li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir, heger PYD û YPG nikarin partiyên siyasî yên din qebûl bikin, êdî yekîtiya rêzên wan zehmet dibe.

Robert Ford gotiye: “Bi nerîna min pirseke gelekî cidî heye ji bo Partiya PYDê û YPGê ya grûpa çekdar a ser bi wê partiyê, derbarê amadebûna wan bo qebûlkirina azadiya siyasî û opozisyona siyasî. Berî çend rojan, dubare, nivîsgeheke partiyeke Kurdî li Sûriyê, li bajarekî li nav Rêveberiya Xweser hate şewitandin.”

Ford di berdewamê de dibêje: “Eger nikarin partiyên siyasî yên din qebûl bikin, êdî yekîtiya rêzên wan zehmet dibe, herwiha ew yek dibe sedema peydabûna çend valahiyan, ku dereng be yan zû be, hikûmeta Şamê keysbaziya wê yekê dike, lewma bi nerîna min, ji aliyê teknîkî ve, ev yek şaştiyek e ku ji aliyê grûpên çekdar ên bi ser PYD û YPGê ve encam didin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ENKSê û PDKSê, derbarê êrîşên li ser ofîsan de, nerazîbûna xwe nîşan didin û dibêjin; heta niha ti rêgirî li pêşiya wan êrîşan nehatiye kirin û eger ev kiryar û êrîş berdewam bikin, ew ê nikaribin ti danûstandinan û rekêftinan bicih bikin ku ev rewş li pêşiya diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê dibe asteng.

Parve bike: