Kurdistan
Rojava: 7 hezar koçber gihîştin Serêkaniyê
PeyamaKurd - Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ku li Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê diman, îro ber bi nêzî 55 gundên Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê ve kete rê.
Karwanê koçberan ku ji nêzî 700 malbatî û 7 hezar kesî pêk dihat, piştî ji kampê derketin gihîştin gundên xwe.
Karwanê ewil ê koçberan ku ji 400 malbatî pêk dihat di 10ê Tebaxê de ji bajarokê Tiwêna ber bi Serêkaniyê ve bi rê ketibû.
Bi hezaran welatiyên ku di encama êrîşên Cotmeha 2019an de ji cih û warên xwe bûbûn, piştî lihevkirina bi Şamê re qonax bi qonax vedigerin ser mal û milkê xwe.