Kurdistan
Rojava | Herêmeke bi garantiya navnetewî…
PeyamaKurd – Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasê yê HSDê ye li Eyn Îsayê civiya li ser avakirina herêma ewle ya ketiye rojevê gotûbêj kir.
Di civîna MSDê de biryar hat dayîn ku ji bo beralîkirina gefên Tirkiyê alternatîfên wan hebin û herêmeke ewle ya bi destê Tirkiyê were avakirin hat redkirin.
MSDê herwiha li ser çend xalên din jî biryar derxistin ku hat xwestin, “Herêma ewle bi kontrol û misogeriya civaka navnetewî were avakirin’ û li Rojava jî herêma ji firînê re qedexe were pêkanîn.
Herwiha MSDê di civînê de diyar kir ku piştî vekişîna Amerîkayê ji herêmê jî ew dê danûstandinên siyasî û dîplomatîk bi Washingtonê re berdewam bikin.