TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | Bi daxistina bazar û dikanan pêla girtinan hat protesto kirin

Admin H
Nivîskar
📅 13 hezîran 2023 20:35

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li ser pêla dawî ya binçavkirinan ji aliyê hêzên Îranê ve, xelkê nerazîbûn nîşan da û grev dane destpêkirin.

Îro Sêşemê 13ê Hezîranê bi taybet li bajarê Seqiz û çend deverên din, dikandaran dikanên xwe daxistin û ji bo protestokirina pêla binçavkirinan bazarên bajêr jî hatin daxistin.

Xelkê bajarê Seqizê beriya grevê bangewaziyek belav kiribû û dabûn zanîn, “ji bo nîşandana nerizayetiyê derheq girtina malbatên şehîdên Sine, Dîwandere û Dêwolanê û tekezîkirina rejîmê derheq daxistina goristana Ayçiyê û rêgirîkirina çûna xelkê bo ser gorên şehîdan, em roja Sêşemî mangirtina giştî radigihînin”.

Parve bike: