TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | Li Ûrmiye û Sine 22 kes ji koronayê mirin

Admin H
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2020 22:20

PeyamaKurd - Li parêzgehên Ûrmiye û Sinê yên Rojhilatê Kurdistanê 22 kesên din ji koronayê mirin.

Li gorî amarên dawî li Rojhilatê Kurdistanê metirsiya vîrusa koronayê hîn jî berdewam dike û herî dawî li Ûrmiyê 18 kesên din ji Covid-19ê mirin ku hejmareke zêde jî pê ketine.

Heta niha li Ûrmiyê hezar û 167 kes ji ber Koronayê mirine.

Herwiha li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî 133 kesên din bi Koronayê ketin û 4 kes jî pê mirin ku hejmara mirinan li Sine gihîştiye 491 kesan.

Li gorî amarên doh li Sine 133 kesên din bi Koronayê ketine û rewşa 369 nexweşên Koronayê jî nebaş e.

Parve bike: