Rûsyayê êrîşa li ser xaniyê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir!
PeyamaKurd - Balyozxaneya Giştî ya Rûsyayê li Hewlêrê "xemgîniyeke kûr" li ser êrîşên berdewam ên bi moşek û dronan ên ku Herêma Kurdistanê û hedefgirtina xaniyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin, anî ziman û êrîş şermezar kirin.
Balyozxaneya Giştî ya Federasyona Rûsyayê li Hewlêrê derbarê çalakiya leşkerî ya ku axa Herêma Kurdistanê hedef digire de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: "Em ji êrîşên berdewam ên bi moşek û dronan ên ku axa Herêma Kurdistana Iraqê hedef digirin ku bûne sedema mirina gelek şervanên Pêşmerge û hedefgirtina binesaziya sivîl, di nav de xaniyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, pir bi fikar in."
Çareseriya siyasî û dîplomatîk pêwîst e
Balyozxaneya Giştî di bersiva kiryarên ku aramiya Iraqê hedef digirin de tekez kir, "Em bi tundî her kiryarek ku wê bibe sedema zêdebûna alozî û bêîstîqrariyê li Iraqê şermezar dikin."
Rûsyayê bang li hemû aliyan kir ku xweragir bin û diyar kir ku nakokî divê tenê bi rêbazên siyasî û dîplomatîk werin çareserkirin. Di peyamê de herwiha sersaxî ji malbatên kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re hat pêşkêşkirin û hêviya vegera bilez a rewşa normal li herêmê hat nîşandan.