Nêçîrvan Barzanî êrîşa ser Pîrmamê şermezar kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de, êrîşa bi dronan ya ku Îran avêtibû ser ofîsa taybet ya serokwezîrê herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî û ser mala serokê ajansa parastina Kurdistanê ku her dû jî li navça Pîrmam in, şermezar kir. Barzanî êrîşê bi hewla kuştinê bi nav kir û got:
“Em êrîşan bi tundî şermezar dikin. Îro bi hewla kuştinê êrîş birine ser ofîsa serowezîkê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û mala serokê ajansa îstîxbarata Kurdistanê û wan kirine armanc.
Em ji hukumeta federal dixwazin ku berpirsiyariya xwe ya destûrî bicîh bînin, parastina ewlehiya welat û îstîqrarê bikin û tedbîran bistînin da rûdanên weha nebin.
Desthilat, ewlehî û îstîqrara Iraqê, bi ya herêma Kurdistanê re berpirsiyariyekî hevpare û em bawerin divê herkes ji bo tepişandina bûyerên weha û dawîanîna li van bûyeran, bixebite.”