Nêçîrvan Barzanî êrîşa li Şamê şermezar kir!
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa bombeyî ya doh li Şamê ku li dijî sivîlan pêk hat bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe bi gel û hikûmeta Sûriyeyê re anî ziman.
Barzanî derbarê teqîna li navenda Şamê ku di encamê de qurbanî û birîndar çêbûn de peyamek sersaxî û şermezarkirinê weşand.
Di peyama Nêçîrvan Barzanî de, wî êrîş wekî "kiryarek terorîstî" bi nav kir û ev daxuyanî hatin dayîn:
"Em kiryara terorîstî ya ku doh li Şamê li dijî sivîlên bêguneh pêk hat bi tundî şermezar dikin. Em sersaxiyên xwe yên kûr ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, xemgîniya wan parve dikin û ji birîndaran re başbûnek bilez dixwazin."
Di daxuyaniya xwe de Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser hevxemiya xwe bi Sûriyeyê re kir û got, "Em hevxemiya xwe ya tevahî bi hikûmet û gelê Sûriyeyê re radigihînin; em piştgiriya xwe ji bo hemî gavên ku wê ewlehî û aramiya Sûriyeyê xurt bikin û jiyana welatiyên wê biparêzin tekez dikin."