TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rûsyayê li herêma Hesekê çavdêriya esmanî kir

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2019 00:53

PeyamaKurd - Hêzên esmanî yên Rûsyayê îro li herêma Hesekê duyemîn gera xwe ya esmanî bi helîkopteran pêk anî.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku îro helîkopterên cureyên Mi8 û Mi35 yên Rûsî gereke esmanî li qada esmanê parêzgeha Hesekê û rêyên sereke yên li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, wê gerên esmanî yên li wê herêmê bibe alîkar ji bo zêdekirina hebûna hêzên esmanî li esmanê Sûriyê û rêyên nû ji Polîsên Leşkerî yên Rûsî re deyne.

Herwiha hat diyarkirin ku wê şanda mirovî ya bi ser navenda Lihevhatinê ya Rûsî jî li bakurê rojhilatê Sûriyê belav bibe.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandiye ku 7ê Mijdarê jî yekem gera çavdêriya esmanî li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk anîye û helîkopterên Rûsî li esmanê balafirxaneya Kiwêris, Eyn Îsa û Reqayê firiyane.

Parve bike: