TR KU SO
FB X
Kurdistan

Salih Muslim: Hin partî newêrin ji bo yekîtiyê gav bavêjin!..

Admin H
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2019 21:24

PeyamaKurd - Hevserokê Nivîsgeha Pêwendiyên Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim, li ser hewildanên yekrêziya aliyên Kurd ku bi serpereştiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî destpê kirine nirxandin kirin.

Muslim ji Ajansa Hawarê re daye xuyakirin ku daxwaza hemû gelê Kurd yekîtî ye û hêviya wî heye ku wê sala 2020 bibe sala yekîtiya Kurdî û hin aliyên siyasî yên din li Rojavayê Kurdistanê jî neavêtina gavên wêrek rexne kirin.

Muslim got, “Dema mijar dibe parastina nasname, rûmet û xeteriya qirkirinê ya li ser gelê Kurd, gel bangawaziyê pêk tîne û cesereta wî heye, lê yên bê cesaret partiyên girêdayî derve ne.”

Salih îdia kir ku beriya Şoreşa Rojava û Sûriyê, ew her tim banga yekîtiyê dikin û hewl didin ku yekîtiyek di navbera partiyan de çêbibe, lê her tim jî ew aliyên ku bang li wan tê kirin ji vê direvin.

Muslim diyar kir: “Weke ku eşkere dibe, wê bikevin qada lîstoka armancên dijmin û gelek dewletên mêtînger û hegemonîk. Li ser vê yekê em dibêjin ku pêwîstî bi yekitî û gavên bi cesaret heye. Lê ev yek ji aliyê hin partiyan ve nayên dîtin.”

Salih Mislim bal kişand ser girîngiya xebatên KNK-Rojava û da zanîn ku KNK di xebatên xwe de cidî ye û bi partiyên siyasî û saziyên civakî re gelek rêzecivîn pêk anîye.

Muslim got, “Ev xebat hêvî dide mirov, divê kes ji yekîtiyê nereve. Hêvîdarim sala 2020an bibe sala yekîtiya Kurdî.”

Parve bike: