Kurdistan
Saman Berzencî li ser belavbûna cûreya nû ya Koronayê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî di derbarê belavbûna cûreyek din a vîrûsê ku bi navê nifşê nû yê Koronayê tê naskirin, peyamek belav kir û ragihand, parastina welatiyan, erka wan ê pêşîn e.
Li gor Dr. Saman Berzencî li ser hesabê xwe yê Facebook belav kir: “Em bi hestiyarî li cureya nû ya vîrûsa Korona dinêrin. Tedbîrên ji bo berjewendiya welatiyan dê li pêşiya me bin. Em ê bi hev re Kurdistanê biparêzin."
Li Brîtanyayê û li çend welatên din, demek e cûreyeke nû ya vîrûsa Koronayê belav bûye. Ji ber belavbûna wê vîrûsê jî, hejmarek ji welatên cîhanê geştên xwe yên asmanî ligel Brîtanyayê rawestandine.