Kurdistan
Şanda Herêma Kurdistanê îro ji bo rojeva petrolê li Bexdayê ye
PeyamaKurd - Şandeke payebilind a Herêma Kurdistanê ji bo serdaneke fermî çûye Bexdayê da ku bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û rayedarên hikûmetê re bicive.
Li gorî çavkaniyeke pêbawer, şanda Herêma Kurdistanê îro bi serdaneke fermî diçe Bexdayê.
Çavkaniyê destnîşan kir ku armanca sereke ya serdanê zêdekirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ye.
Ji bo vê armancê, şande wê bi Serokwezîrê Iraqê Zeydî, Wezîrê Petrolê Basim Ebadî û rayedarên Şîrketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) re hevdîtinên krîtîk bike.