TR KU SO
FB X
Kurdistan

Şanda teknîkî ya Herêma Kurdistanê ji bo budceya 2027ê diçe Bexdayê

Admin H
Nivîskar
📅 14 îlon 2026 11:17

PeyamaKurd - Şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadekariyan dike ku di vê heftiyê de ji bo tevlîbûna rasterast di danana made û bendên budceya 2027ê de serdana Bexdayê bike.

Li gorî agahiyan şanda ku ji şêwirmend, jimêryar û şarezayên darayî pêk tê, dê li gel tîma teknîkî ya Wezareta Darayî ya Îraqê civînan pêk bîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya van danûstandinan de daxwazên xwe yên fermî pêşkêş kirine; di nav de terxankirina budceya ji bo damazrandin, mûçe, guhertina rewşa karkerên girêbestî bo herdemî û wekhevkirina mûçeyên Pêşmerge û xwedan pêdiviyên taybet hene.

Her wiha hate diyarkirin ku Hewlêr bi du tîman (tîma bilind û tîma teknîkî) beşdarî van hevdîtinan dibe da ku mafên darayî yên herêmê di projeqanûna budceya sala 2027ê de werin misogerkirin

Parve bike: