TR KU SO
FB X
Kurdistan

Şanda Herêma Kurdistanê ji bo budceya 2027an gihîşt Bexdayê

Admin H
Nivîskar
📅 03 îlon 2026 09:42

PeyamaKurd - Tîmeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê da ku tevlî civînên amadekirina reşnivîsa qanûna budceya giştî ya sala 2027an a Îraqê bibe.

Di hevdîtinên ligel berpirsên Wezareta Darayî ya Federal de, mijarên sereke diyarkirina pişka Herêmê, damezirandina karmendan, diyarkirina mafên xwendekarên yekem û yêkxistina rewşa karmendên girêbestê ne.

Şanda Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku pişka budceyê di qanûna 2027’an de li gorî encamên serjimêriya dawiyê bibe %14.

Ji aliyê din ve, Hikûmeta Federal ragihand ku ew plan dikin reşnivîsa budceyê heta dawiya meha Îlonê bipejirînin û ji bo erêkirinê bişînin Parlamena Îraqê.

Di vê çarçoveyê de tê armancakirin ku hemû karmendên li ser bingehê heqdestê rojane veguherin ser girêbestên mehane û mafên wan di qanûna nû de bêne parastin.

Parve bike: