Kurdistan
Sanda Parlemenetoya Kurdistanê ji Efrînê vegeriya
Şanda parlementoya Kurdistanê ya ku çû bo seredana Efrînê, piştî ku sê rojan li wê derê ma, vegeriya Kurdistanê.
Şanda parlementoyê îro di deriyê Pêşxêbûr de vegeriyan Kurdistana Başûr. Li ser sînor daxuyaniyekî dan çapemeniyê ragihandin ku manewiyata xelkê Efrînê bilinde û dixwazin ku Kurdistana Iraqê alîkariya wan bike. Şand ragihand ku pêdiviya xelkê Efrînê bi her core tiştnan heye. Ji ber 300 hezar zêdetir xelkê Ereb jî koçber bûye û hatiye Efrînê, her roj pêdivî bêhtir dibe.
Şan di parlementerên ji partiyên cuda pêkhatibû.