TR KU SO
FB X
Kurdistan

Şanda payebilind a Bexdayê li Zaxo ye

Admin H
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2026 13:35

PeyamaKurd - Şandeke payebilind a Hikûmeta Federal a Iraqê îro, 25ê Cotmeha 2026’an, gihîşte Hewlêrê û berê xwe da bajarê Zaxoyê ku li wir ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Serokatiya şanda Bexdayê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Federal bo Karûbarên Enerjiyê Muhsîn Mendelaweyî ve tê kirin û di nava şandê de Wezîrê Petrolê Basim Mihemed, Wezîrê Elektrîkê Elî Seid û çendîn berpirsên din ên bilind cih digirin.

Piştî ku şand ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin, li Zaxoyê dest bi civînên fermî kir.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji Wezîrê Samanên Xwezayî bi Wekalet Mihemed Kemal, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Umêd Sabah û gelek berpirsên din pêk tê.

Armanca sereke ya vê civîna girîng, xurtkirina hevahengiyê û gihîştina bi jihevtêgihîştineke hevbeş a derbarê dosyayên enerjî û aborî de di navbera her du hikûmetan de ye.

Parve bike: