Kurdistan
Sanda PDKê li Bexdayê bi Emar Hekîm re civiya
PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku piştî hilbijartinên pêşwext ên Iraqê li Bexdayê bi aliyên siyasî re danûstandinên xwe berdewam dike, bi serokê Tevgera Hîkme ya Iraqê Emar Hekîm re civiya.
Hat ragihandin şanda PDKê ya bi serokatiya endamê polîtburoya partiyê Hoşyar Zêbarî îro Çarşemê li Bexdayê bi serokê Tevgera Hîkme ya Iraqê, Emar Hekîm re hevdîtinek kir.
Li gorî zanyariyan, di civînê de behsa encamên hilbijartinên Iraqê, xebatên pêkanîna hikûmeta nû û qonaxa piştî hilbijartinan hatin guftûgo kirin.