Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm çareserkirina kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Hikmetê ya Iraqê Emar Hekîm li Hewlêrê civiyan û ragihandin, “Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gorî destûrê werin çareserkirin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de da xuyakirin, rûdanên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên wan di civînê de hatine nirxandin.
Her du aliyan destnîşan kir ku divê guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê bidomin û pirsgirêk li gorî destûrê û bi rêya lihevkirina siyasî werin çareserkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Seyîd Emar Hekîm bal kişandin ser ku ji bo aramiya Iraqê divê hemû alî hevkariyê bikin.
Herwiha di civînê de geşedanên dawî yên li herêmê bi giştî jî hatin gotûbêjkirin.