Sandeke Belçîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Şanda Belçîkayê ya ku ji endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh, serokê Rêxistina Qurbaniyên Terorê li Fransa û Belçîkayê Phillip Vastenskip û hejmarek ji rojnamevanan pêk tê, îro Yekşemê dest bi serdana Rojavayê Kurdistanê kir.
Şanda Belçîkî îro Yekşemê serdana Navenda Daîreya Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir.
Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener Kiêt û endamên Daîreyê pêşwaziya şandiyê kirin.
Endamê parlamentoya Belçîkayê George Delmansh ji bo vê serdana xwe got, hedefa sereke ji zanîna rewşa herêmê ji aliyên siyasî û aborî ve ye, herwiha guftûgoyên ser girtiyên DAIŞê ye.
Tê çaverêkirin şanda Belçîkî bi rayedarên din ên Rêveberiya Xweser re jî hevdîtinan bike.