TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeyeke giregirên Kurdistanê çû Bexdayê!

Admin V
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2018 17:29

PeyamaKurd- Şandeyeke ku ji giregirên Kurdistanê pê tê, ji bo ku rêya Hewlêrê û Kerkûkê were vekirin, çû Bexdayê.

Di derbarê vekirina rêya Hewlêr-Kerkûkê de Ebdulxaliq Telet got ku şande çûye Bexdayê. Ji bo ku rêya Hewlêr-Kerkûkê were vekirin, wê bi erkdarên Iraqê re hevdîtinan pêk bînin.

 Ebdulxaliq Telet wiha berdewam kir: “Di rojên dawî de li Pirdê hinek hevdîtin pêk hatin. Li wê derê di hinek mijaran de levhatin çêbûn. Li wir, tenê mijara qontrolkirina leşkerî nehatibû biencamkirin. Êdî ev mijar jî wê siba were axaftin.”

Parve bike: