TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sandeyeke Hikûmeta Iraqê tê serdana Hewlêrê

Admin V
Nivîskar
📅 10 adar 2018 22:29

Di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo gotûbêjkirina hinek mijarên nezelal û levhatinek were çêkirin, sibe şandeyeke Hikûmeta Iraqê wê derbasî Hewlêrê bibe. 

Bi qasî ku hatiye zanîn, biryar hatiye dayîn ku sibe şandeyeke Hikûmeta Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê bike bi mebesta encamdana rêketinê li gel Herêma Kurdistanê û çarekirina pirsgirêkan.

Serdana vê şanda Bexdayê di demekê de ye, ku çend rojan berî niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku berî cejna Newrozê ewê mûçeyên fermanberên herdu wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê bişîne û firîngehên Herêma Kurdistanê veke.

Ji bilî komîteyên hûrbîniyê di lîstên mûçeyên fermanberan de, berî niha jî çend şandên din yên Hikûmeta Iraqê ji bo gotûbêjkirinê derbarê kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de, serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Ji destpêka sala 2014an ve, Hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê birrî ye, piştî çend mehan çekdarên DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistan û Iraqê kirin, vê yekê jî di warê aborî û siyasî de, rewşa navçeyê xirabtir kiriye.

Piştî sê salan ji birrîna budce û mûçeyan, referanduma xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê di 25/9/2017an de hat encamdan, welatiyên Kurdistanê bi rêjeya bêtirî 92% dengê xwe ji bo serxwebûnê dan, piştre Bexdayê dorpêçeke ezmanî û zemînî li ser Herêma Kurdistanê danî û biryara girtina balafirgeh û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê da.

Parve bike: