Saredarê Merîwanê ji kar hat dûrxistin
PeyamaKurd - Cîgirê Parêzgarê Sinê Şehram Melîkî ragihand ku bi sedema ku binpêkirina rênimayiyên îdarî, biryar hatîye dayîn ku Şaredarê Merîwanê Cemal Şerîfî ji kar bihê dûrxistin.
Di daxuyanîyekê de Cîgirê Parêzgarê Sinê, Şehram Melîkî da xuyakirin, Wezareta Navxweyî ya Îranê li gor xala 10an a maddeya 9 an a Yasaya Sizadanê ya Îranê, biryar daye ku posta şaredarîya Merîwanê ji Cemal Şerîfî were stendin.
Şehram Melîkî gotiye, biryar duh na pê ji aliyê Wezarea Navxwe ve hatiye piştrastkirin û ev biryar bi sedema ku Serokê Şaredarîya Merîwanê binpêkariyên îdarî kirine, hatîye dayîn.
Serokatîya Şaredarîya Merîwanê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek daye û tê de ragihandîye, biryara dûrxistina Şaredarê Merîwanê neyasayî ye û şaredarî dikare li dijî wê biryarê îtîraz bike.
Ji alîyê din ve Serokê Encûmena Bajarê Merîwanê Omîd Direxşanî jî ragihand, ew dê di demeke nêzîk de serpireştekî ji bo şaredarîya bajêr destnîşan bikin.