TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sêladiz | Xwepêsanderan bi ser baregeha Tirkiyê de girt: Birîndar hene

Admin S
Nivîskar
📅 26 rêbendan 2019 22:27

PeyamaKurd – Li dijî bombardimanên balafirên Tirkiyê bi ser deverên herêma Kurdistanê de li navçeya Şêladiz a parêzgeha Duhokê xwepêşandanek hat lidarxistin ku piştî xwendina gotaran xwepêşander bi ser baregeha leşkerên Tirkiyê de meşiyan û dan ber agir.

Li gor çavkaniyên medya Kurdistanê, leşkerên Tirkiyê dema serdegirtina baregehê de êrîşî xwepêşanderan kirine û 9 xwepêşander di encama aloziya ku di navbera leşkerên Tirk de derketiye birîndar bûne.

Herwiha li gor çavkaniyên herêmê rewşa du birîndaran giran e.

Dema xwepêşandanê gelek wêne û vîdyoyên şewitandina tank û alavên artêşa Tirkiyê hatine belavkirin.

Parve bike: