TR KU SO
FB X
Kurdistan

Selîm Cibûrî girîngiya Kurdistanê ragihand

Admin M
Nivîskar
📅 08 nîsan 2018 22:11

PeyamaKurd-Serokê Meclisa Iraqê Selîm Cibûrî seredana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Her çendîn sedema seredana wî taziya rehmetî Dilovan Barzanî bû jî, çend mijarên dinan jî ketin rojeva wan.

Cibûrî piştî bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê kir weha axifî:

“Mezinên Kurdistanê û Kurd di aramî, îstîqrar, ewlekarî û demokrasiya Iraqê de roleka aktîv leyîstine. Esas sedema seredana me bo sersaxiya serok Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bû. Lê gelek mijarên me hene me bi hev ve girêdidin û bi rojevê re têkildarin. Em li ser çend mijaran jî axifîn.”

Cubûrî ragihand ku wê di nêz de hilbijartinên parlementoya Iraqê çêbibin û behsa rola mezinên Kurdistanê û xelkê Kurd di avakirina aramî, îstîqrar û ewlekariya Iraqê de kir û got; eger di demên borî de hinek arîşe çêbûbin jî ew bi rêya pêwendiyan helbûne. Arîşeyên di navbera hukumeta Bexdayê û Kurdistanê de, dikarin bi rêya têkiliyan çareser bibin.

Di mijara dagera hêzên pêşmerge bo deverên bi arîşe de Cibûrî mijarê nerm hêla û got ku koordînasyona navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge li ser Kerkûk û deverên dinan dewam dike û asayîşa deveran bo her dû aliyan li pêşiya her tiştiye.

Parve bike: