TR KU SO
FB X
Kurdistan

Senatorê Fransî: Pê sanaz im ku bavê netewa Kurd ez pêswazî kirim

Admin H
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2022 18:50

PeyamaKurd - Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve û Berevaniyê ya Senatoya Fransayê, Senator Christian Cambon ku doh 1ê Cotmehê li Pîrmamê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin, parvekirinek li ser hevdîtina xwe û Serok Barzanî kir.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve û Berevaniyê ya Senatoya Fransayê Senator Christian Cambon,  îro Yekşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ji bo min şanazî ye ku piştî demeke dirêj ji aliyê bavê netewa kurd ve hatim pêşwazîkirin, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rûspiyekî xwedî rol û bandoreke girîng e li Iraqê.”

— Christian Cambon (@ChCambon) October 1, 2022

Senator Christian Cambon, doh di hevdîtina ligel Serok Barzanî de, ‘Nîşana Şerefê’ ya senatoya Fransayê pêşkeşî Serok Barzanî kiribû.

Parve bike: