TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serbest Lezgîn: “PKK ji aliyê gelek terefan de tê bikaranîn”

Admin M
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2021 02:11

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn di 40 rojiya bîranîna Pêşmergeyên şehîdên Çiyayê Metînayê de di bernamê de ragihand ku PKK ji aliyê gelek terefan de tê bikaranîn û bo temamên perçeyên Kurdistanê serêşiye. Lezgîn ragihand ku hinek terefên navxwe û herêmê bo berjewendiyên xwe wan bikartînin. Lezgîn weha got:

“Ti têkiliya PKK ê û bizava rizgariya Kurd bi hev tineye. Ne tenê bo Herêma Kurdistanê lê bo perçeyên din jî bûn serêş. Bi hezaran keç û xortên Kurdan şandin mirinê.

Divê birayên me yên bakûrî vê rastiyê bizanibin ku çawa İŞİD ê bikaranîn û li herêmê bûn sedema şerekî mezin, PKK ê jî bi heman şêweyê bikartînin.”

Parve bike: